Çînê baca li ser kelûpelên Amerîkayê ji sedî 125 zêde kir

PeyamaKurd – Wezareta Bazirganiyê ya Çînê ragihand ku wê biryar daye ku baca li ser kelûpelên Amerîkayê ji sedî 84 bibe ji sedî 125.
Wezaretê diyar kir, “Biryarên li pey hev yên Amerîkayê yên li dijî Çînê tenê jimar in û tu nirxeke wan a aborî ya rast nîne. Ew pêkenok in û wek amûreke îftirakirin û zorê tên bikaranîn.”
Wezareta Bazirganî ya Çînê got ku eger Amerîka lîstika hejmaran bidomîne dê têk neçe.
Dewletên Yekbûyî biryar dabû ku baca li ser kelûpelên Çînê ji sedî 145 zêde bike
Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.




