Çîn li dijî bacên Amerîkayê qedexeyan li ser fîlmên Hollywoodê ferz dike

Çîn li dijî bacên Amerîkayê qedexeyan li ser fîlmên Hollywoodê ferz dike

PeyamaKurd – Şerê aborî yê di navbera DYA û Çînê de derbasî eniyeke nû bû. Li hember sepandina baca 125% ya Amerîkayê li ser berhemên Çînê, Çînê ragihand ku ew ê ketina fîlmên Hollywoodê bo nav welêt sînordar bikin. Rêvebiriya Fîlman a Çînî got ku bacên ne adil ên DYAyê eleqeya gelê Çînê ji fîlmên Amerîkî re kêm kiriye.

Şerê aborî yê di navbera Çîn û DYAyê de derketiye eniyeke nû. Li hemberî bacên ji sedî 125 ê bacên Serokê DYAyê Donald Trûmp li ser berhemên Çînî, rêveberiya Pekînê ragihand ku ew ê ketina fîlmên Hollywoodê yên li welat sînordar bikin.

Rêvebiriya Fîlman a Çînê di daxuyaniyekê de got: "Tarefên nerewa yên hikûmeta Amerîkayê wê eleqeya gelê Çînê bo fîlmên Amerîkayê kêm bike. Ji ber vê yekê em ê di çarçoveya qaîdeyên bazarê û rêzgirtina li tercîhên temaşevanan de hejmara fîlmên Amerîkayê yên ku tên hinardekirin kêm bikin."

Çîn ku duyemîn bazara sînemayê ya cîhanê ye, jixwe pêşandana fîlmên biyanî bi sîstema kotayê sînordar dike. Lêbelê, li gorî mezinahiya bazara Çînî, berfirehkirina bêtir vê sînordarkirinê wê ji bo studyoyên Hollywoodê were wateya wendahiyek darayî ya cidî. Mînak fîlmê “Minecraft” ku hefteya borî li Çînê derketibû holê, tenê di hefteyekê de 14,5 milyon dolar qezenc kir.

 
Ev nivîs 56 car hatiye xwendin.