Dadgeha Rûsî Talîban ji lîsteya terorê derxist

Dadgeha Rûsî Talîban ji lîsteya terorê derxist

PeyamaKurd - Dadgeha Bilind a Rûsyayê Tevgera Talîbanê a deshilata Afganistanê ji lîsteya terorê derxist û ragihand, biryar rasterast tê bicihanîn.

Dadgeha Bilind a Rûsyayê îro 17ê Nîsanê biryara derxistina Tevgera Talîbanê ji lîsta terorê pejirand ku ev dî bibe yekem gava, danîna têkiliyan navbera Moskow û Kabûlê.

Medyaya Rûsyayê eşkere kir, “Dadwerê dozê piştî rûniştineke daxistî ragihandiye ku, ew biryar rasterast tê bicihanîn.”

Hêjayî gotinê ye, Rûsyayê ji sala 2003yan ve Tevgera Talîbanê xistibû nav lîsta terorê û her pêwendiyeke ligel Talîbanê wekî tawan dihate dîtin.

Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.