DEMê piştî daxuyaniya agirbestê ya PKKyê daxuyanî da

DEMê piştî daxuyaniya agirbestê ya PKKyê daxuyanî da

PeyamaKurd – Piştî daxuyaniya agirbestê ya PKKyê ya li hemberî banga Abdulah Ocalan, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgira Serokê Koma DEMê, di bernameyeke “Halk TV”yê de ev gav wekî “bersiveke dîrokî ya ji bo bangeke dîrokî” bi nav kir û got ku ev biryar nîşaneyeke zelal e ku PKK dê bi lez vê pêvajoyê bixe pratîkê. 

Koçyîgîtê herwiha bal kişand ser wê yekê ku ji bo serkeftina vê hewldanê, divê şert û mercên tenduristî, ewlehî û azadiyê ji bo Ocalan bên afirandin. Wê anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan yek ji astengiyên sereke ye ku rê li ber bipêşveçûna vê pêvajoyê digire û divê ev rewş bi lez bê çareserkirin.

Di heman demê de, daxuyaniya agirbesta yekalî ya ji aliyê PKKyê ve hate diyarkirin ku ew ê tu êrîşên çekdarî nekin, heta ku êrîş li ser wan neyên kirin. 

Gulistan Kiliç Koçyîgîtê ev yek wekî nîşaneyeke erênî dît ku dikare di navbera aliyan de bingeheke ji bo diyalogê çêke.

Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.