Piştî navbera DYA û Ûkrayna nexweş bû, IMF dê pere bide Ûkraynayê

PeyamaKurd – Munaqeşa di navbera Trump û Zelenskiy de ya li Qesra Sipî di temamê dinyayê de dengveda û niha wê DYA li hemberê Ûkraynayê çi bike nayê zanîn.
Lê Fona Pere ya Dinyayê (IMF) niha peketekî amade dike da desteka darayî bide Ûkraynayê. Lê ev pere bi îhtîmaleka mezin wê bi faîz bide Ûkraynayê.
Di bernama IMFê ya 4 salan de, ji bo temamê bernaman wê IMF 15,5 milyar dolar pere bide bernamên kul i serê li hev kirine û niha paketa 7em ya ji bo xebatkaran ku miqdarê pere 400 milyon dolare, li serê bi hukumeta Ûkrayna re li hev kirine.
IMF heya niha perê ku daye hukumeta Ûkraynayê gihaye 10,1 milyar dolarî û ji destpêka şer heya 4 salan wê temamê pere an ku 15,5 milyar dolar temam bibe.
Berpirsê IMFê yê ji bo Ûkraynayê Gavin Gray ragihand ku bi Ûkrayna re li ser reforman li hev kirine, xebatên wan dewam dikin û di wexta nexweş ya Ûkrayna de destekê dane Ûkraynayê.
Ev nivîs 26 car hatiye xwendin.




