SOHR: Li Şamê goreke komî hat dîtin û nêzî 1000 cendekan tê de ye

PeyamaKurd – Goreke komî li Şamê hat dîtin ku nêzî 1000 cendekan tê de ye ku di serdema rejîma Beşar Esed de hatine kuştin.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku horeke komî li Şamê hat dîtin ku nêzîkî 1000 cendekên wan kesan tê de ye ku di serdema rejîma Beşar Esed de, di bin eşkenceyê de hatine kuştin.
Her weha diyar kir, piraniya cendekên van kesên di gora komî de, li Balafirgeha Mezzeyê ya Leşkerî hatibûn girtin û di bin eşkenceyan de hatine kuştin.
Li gorî amaran, ji dema rûxandina rejîma Beşar Esed ve, heta niha 22 gorên komî hatine dîtin ku cendekên 2681 qurbaniyan tê de ne.
Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.




