DYA erê kir ku bi miqdarê 3 milyar dolarî çekan bifroşe Îsraîlê

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya DYAyê erê kir ku bi miqdarê 3 milyar dolarî çekan bifroşe Îsraîlê. Di nav çekan de bomba, kîta îdarekirinê û çekên din hene. Pentagon biryara erêkirinê şand kongreya DYAyê ku di nav paketê de 3 cûre sîlih hene.
Pentagonê beşa DSCAyê di daxwuyaniya xwe de got ku wezareta karên derve ya DYAyê biryara firotina çekan yên bi 3 milyar dolarî daye Îsraîlê û di nav de 3 cûre çek hene.
Ji wan çekan yek jê bi miqdarê 2.4 milyar dolariye ku tê de 35 hezar 500 MK-84 û bombeyên destî yên BLU-117 û 4 hezar serikên şer yên Predator hene. Di ya dinê de bi qiymeta 675,7 milyon dolarî muhîmmat heye û ya sêyem jî tê de bi qiymeta 295 milyon dolarî D9R û D9T Caterpillar buldozer û taximên wan hene.
Di nav vê mehê de cara duyê ye ku rêvebiriya Trump îzna fiotina çekan dide ji bo Îsraîlê.
Ev nivîs 24 car hatiye xwendin.




