NATO bo Zelenskiy: “Rêyekî bibîne da têkiliyên xwe bi Trump re sererast bike”

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê NATOyê Marek Rutte piştî munaqeşeya li Koşka Sipî ya Navbera Trump û Zelenskiy ragihand ku du cara di rêya telefonê de li Zelenskiy geriyaye û pê re axifiye.
Rutte, got ku ji Zelelnskiy re gotiye rêyekî bibîne da bi Trump re têkiliyên xwe baş bike. Rutte ragihandina xwe di rêya BBCyê de kir. Rutte got ku nikare di telefonê de ji Zelenskiy re çi gotiye hemûyan beje lê weha dewam kir:
“Divê ji Trump re rêz bigre ji ber desteka heya niha daye Ûkraynayê. Divê mirov heqqê Trump bide Trump. Divê Zelenskiy bi serokê DYAyê û rêvebiriya wê re têkiliyên xwe ji nûh de deyne û jê re rêyekî bibîne. Min vê mijarê di rêya telefonê de ji serokwezîrê Îngîltere Keir Starmer re jî got.
Ez du car di rêya telefonê de bi Zelelnskiy re axifîm û min jê re got: Ji bo Ûkrayna bigihê aştiyekî mayînde pêwiste DYA, Ûkrayna û Ewrûpa bi hevre tevbigerin.”
Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.




