Rûsya: Seredana Zelenskiy ya DYAyê têkçûnekî temamiye

Rûsya: Seredana Zelenskiy ya DYAyê têkçûnekî temamiye

PeyamaKurd – Berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova, seredana Zelenskiy ya Washingtonê seredanekî ‘têkçûna siyasî û dîplomatîk ya temamî’ bi navkir û got:

“Zelenskiy kesekî ku pêre nayê lihevkirin. Kiev û payîtextên Ewrûpayê çiqas zû vêya bizanibin, wê çareserkirina krîza Ûkraynayê ya aştiyane ew çend zû bibe.”

Zaharova, di ser hesabê xwe yê medya civakî de behsa seredana Zelenskiy ya DYAyê kir. Zaharova behsa munaqeşa navbera Trump û Zelenslkiy kir û got ku Ûkrayna ji îdarekirina dîplomasiya Ûkraynayê dûr ketiye û ji bo desteka Rojavahiyan bistîne, manîplasyonan dike. Zaharova got:

“Zelelnskiy dixwaze desthilata xwe biparêze, muxalefetê ditepisîne û desthilatê bi ber rejîma totaliter de dibe. Muxalefetê ji ortê rakiriye û dewletekî totalîter ava kiriye. Bi milyonan kesan bi ber mirinê ve dişîne.”

Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.