Li bajarê Semsûrê polîsekî xwe kuşt

PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê (Adıyaman) li navça Gölbaşiyê polîsê bi navê İbrahimn A. ku derûniya wî baş nîn bû, bi demança xwe, xwe kuşt. Piştî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.
Polîs, di mala xwe de xwe kuşt û kesên li der û dorê yên dengê demançê bihîstin, agahiyê dan polîsan û tîmên pêwendîdar çûn ciyê bûyerê.
Piştî lêkolîna dozgerê nobedar û rayedarên polîsan, cenazê polîs şandin morga nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Semsûrê.
Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.




