Tirkiye û Sûriye li ser nûhkirina balafirgeha Helebê û Şamê axifîn

PeyamaKurd – Wezîrê gihandin û avahiyên bingehîn yê Tirkiyê Abdulkadir Uraloğlu, bi wezîrê gihandinê yê Sûriyê Behaeddin Şerim re di rêya telefonê de axifî û behsa mijarên gihandinê yên navbera her dû dewletan kirin.
Wezareta Tirkiyê ya gihandinê ragihand ku her dû wezîr di axaftina xwe de behsa xebatên ku Tirkiye li balafirgeha Helebê û Şamê dike û li ser mijarên hevpar yên navbera her dû wezaretan axifîne.
Uraloğlu, ji wezîrê Sûriyê re behsa xebatên li balafigeha Şamê yên wekî danîna cîhazan, sîstema seyrûsefaran, sîstema ewlehiyê û nuhkirina wan kiriye û behsa sîstemên hewayî yên li balafirgehên Helebê û Şamê kiriye ku çawa wê karibin barê seferan hilgirin.
Her dû wezîr li ser tecrubeyên projeyên gihandinê, firehkirina kapasîteyan û zêdekirina hevkariyê kirin. Pêşdebirina rêyên bejayiyê û yên hesin, ji bo di wextekî kurt de bicîh bikin, desteka Tirkiyê ya teknîkî, mijarên her dû wezîran bûn.
Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.




