Hemasê dirêjkirina qonaxa yekem a agirbestê red kir

PeyamaKurd – Qonaxa ewil a 42 rojî ya agirbesta ji 3 qonaxa û pevguhertina rehîneyan ku di 19ê Çileyê de di navbera Îsraîl û Hamasê de hatibû lihevkirin dê îro bi dawî bibe.
Di demekê ku nûçeyên daxwaza Îsraîlê ya ji bo dirêjkirina qonaxa ewil a agirbestê di çapemeniyê de cih digirt, Hemasê derbarê mijarê de daxuyanî da.
Ajansa nûçeyan a Reutersê ragihand ku Hemasê formûla Îsraîlê ya dirêjkirina qonaxa yekem a agirbesta li Xezeyê red kiriye.
Li gorî vê yekê Berdevkê Hemasê Hazim Qasim di daxuyaniyekê de ji televîzyona El Erebî re got ku niha bi Hemasê re derbarê qonaxa duyemîn a agirbesta li Xezeyê de ti hevdîtin nayên kirin.
Çavkaniyên ewlehiyê yên Misrê ku ji Reutersê re axivîn û jêderên Hwmasê ku ji rojnameya Haaretzê ya Îsraîlê re axivîn duh diyar kirin ku şandeya Îsraîlê ya welatên navbeynkar ku çûbû paytexta Misrê Qahîreyê, armanca wan ew e ku danûstandinan bikin ji bo dirêjkirina qonaxa yekem a agirbestê ji bo 42 rojên din.
Haaretzê ragihand ku Hemasê bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li Îsraîlê bike da ku demildest derbasî qonaxa duyemîn a peymanê bibe û bi bîr xist ku qonaxa duyemîn gavên ku dê dawî li şer bîne cih digire.
Jêderên Hemasê jî ji Haaretz re gotine ku eger Îsraîl israr bike li ser dirêjkirina qonaxa yekem a agirbestê da ku Hamas berdewam be li azadkirina rehîneyan, Hemas dê pişkek sereke ya danûstandinê qut bike.
Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.




