Deryavaniya Estoniya dest danî ser keştiyeke Rûsî

PeyamaKurd - Deryavaniya Estoniyayê keştiyeke petrolê ya Rûsî ku di lîsteya dorpêçên Yekîtiya Ewropayê (YE) de ye û bê alaya welatekî fermî diçû Rûsyayê desteser kir.
Serokwezîrê Estoniyayê Kristen Michal li ser medya civakî ragihand ku keştî niha tê kontrol kirin.
Li gorî daneyên MarineTrafficê, keştiya bi navê "Kiwala" berê xwe dabû Rûsyayê. Hate gotin ku Cîbûtiyê inkar kir ku keştî li ba wan tomar bûye.
Keştî ji meha Sibatê ve di bin dorpêçên YEyê de ye û beşek ji "filoya tarî" ya Rûsyayê ye ku ji bo qevaztina dorpêçan tê bikaranîn. Keştî ji bendara Sikka ya Hindistanê ber bi Ust-Luga ve diçû.
Ev nivîs 73 car hatiye xwendin.




