Devlet Bahçelî: Hevdîtina Erdogan û DEM Partiyê cihê şanaziyê ye

PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiye Tevgera Neteweperest a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçelî di daxuyaniyeke nivîskî de bal kişand ser pêvajoya Îmraliyê û hevdîtina DEM Partiyê ya bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re û bang kir ku divê PKK çekên xwe deyne.
Bahçelî got ku qonaxa dawî ya helwesta siyasî û neteweyî ya Îttîfaqa Cumhurê ew e ku welatê wan bi temamî ji barê terorê rizgar bibe û li ser hevdîtina Erdogan û şanda DEM Partiyê got: "Hevdîtina ku Birêz Serokomarê me duh bi şanda DEM Partiyê re li Koşka Serokomariyê pêk anî, him ji aliyê naverokê, him ji aliyê pêşveçûnê û him jî ji aliyê wateya sembolîk ve cihê şanaziyê ye."
Bahçelî diyar kir ku xwediyê mijarê Dewleta Komara Tirkiyeyê ye û diyar kir: "Hewldana Birêz Serokomarê me ya awarte, rewa û tekûz li hember daxuyaniyên dirust ên DEM Partiyê û gavên wan ên rastbîn, hêviyên Tirkiyeya bêteror gelek xurtir kirine."
Bahçelî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku "divê di demeke kurt de PKK kongreya xwe bicivîne û berî ku komployên Siyonîst û emperyalîst derkevin holê, çekên xwe deyne û dawî li hebûna xwe ya rêxistinî bîne."
Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.




