Di navbera cîranan de pevçûn derket: 1 kuştî û 3 birîndar

Di navbera cîranan de pevçûn derket: 1 kuştî û 3 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Tirkiyê li Kocaeliyê li navça Gebze di navbera cîranan de pevçûn derket, di encamê de kesekî hat kuştin û 3 kes birîndar bûn.

Li ser bikaranîna seha hevpar, di navbera wan de munaqeşe derket û paşî kesê bi navê Yusuf B.(39) bi çekê û 3 kes jî bi derbê birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana Darıca ya Farabi ya Lêkolîn û Perwerdê. Li nexweşxanê Yusuf B. ji ber birîna xwe can da.

Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.