Wezîrê Derve yê Iraqê: Em ne beşek ji eksena berxwedanê ne

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand, welatê wî ne beşeke ji "xembera berxwedanê" ya bi navê "Eksena berxwedanê" û hişyarî da ku eger rêkeftina ligel Amerîkayê têk biçe, Îsraîl wê êrişî Îranê bike.
Wezîr Husên di daxuyaniya xwe de tekez kir ku bi armanckirina komên çekdar ên Iraqî, ya ku bi mehan e dikin, ziyaneke mezin gihandiye Iraqê û ti sûd ji doza Filistînê re nekiriye.
Wezîr Huseyîn hişyarî da û got, "Eger Îran bi rêveberiya nû ya Amerîkayê re li hev neke, dibe ku bibe hedefa êrîşa Îsraîlê."
Husên hişyarî da ku dibe ku di navbera komên çekdar ên li Iraq, Amerîka û Îsraîlê de alozî zêdetir bibe û got: "Iraq ne beşek ji eksena berxwedanê ye, derfet heye ku bi komên çekdar re lihevkirinek çêbibe da ku wan û Iraqê ji metirsiyên ku ji êrîşeke leşkerî ya aliyên derve yên wekî Amerîka û Îsraîlê derkevin, biparêze."
Ev nivîs 60 car hatiye xwendin.




