Di operasyona ser PKK/KCKê de 3 kes bûn zîndanî
PeyamaKurd – Serdozgeriya bajarê Îzmîrê bi sedema endamên PKK/KCKê ne an bi rêxistinê re têkiliyên wan hene, di rêya hêzên asayîşa Îzmîrê de, operasyon hatin kirin û di operasyonan de 9 kes hatin binçavkirin.
Ji 9 kesan bi şertê kontrola edlî 6 kes serbest hatin berdan û 3 gumanbaran şandin zîndanê.
Operasyon, li bajarê Îzmîrê û navça Bodrumê hatin kirin. 9 gumanbarên ku hatin binçavkirin; rêvebir an endamên DBPê, DEM Partiyê, serokê AVESTA Dil ve Kültür Araştırmaları Derneği, EGE-TUHAYDER û endamên Rêxistina Mafên Mirovan (İHD) ne.
Di encama darizandina ewilî de, berdevkê DBPê yê Herêma Egeyê A.K., endamê EGE-TUHAYDER İ. A. û endamê İHDê F.A. hatin zîndanîkirin.
Serokê AVESTA Dil ve Kültür Araştırmaları Derneği R.K., serokê şaxa DEM Parti yê navça Menemenê E. K., endamên DEM Partiyê A.C. û R.E., endamên İHDê û EGE-TUHAYDERê H.T. û S.A. bi şertê kontrola edlî serbest berdan.
Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.