DYA karmendên xwe li Iraqê kêm dike

PeyamaKurd – Rayedarekî Wezareta Derve ya Amerîkayê got, "Di çarçoveya biryara Trump ya parastina Amerîkîyan li navxwe û derve, me biryar da ku karmendên balyozxaneya xwe ya li Iraqê kêm bikin."
Rayedarekî ewlekarî yê Iraqî û çavkaniyekî Amerîkî ji Reutersê re ragihand, "Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ji ber zêdebûna metirsiyên ewlekarî yên li herêmê, xwe amade dike ku fermana valakirinê bide."
Ajansa Associated Press ragihand ku Wezareta Derve ya Amerîka jî xwe amade dike ku karmendên ne-bingehîn ji balyozxaneya li Bexdayê vekişîne ji ber “îhtimala alozî li herêmê”.
Rayedarekî Wezareta Derve ya Amerîkayê got, "Serok Trump ji bo parastina ewlekariya Amerîkîyan li navxwe û derveyî welat pêgir e. Bi vê pabendbûnê, em guncavbûna karmendên xwe yên li hemû balyozxaneyan dinirxînin. Li gorî analîzên xwe yên dawî, me biryar da ku karmendên balyozxaneya xwe ya li Iraqê kêm bikin."





