Erdoğan serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî qebûl kir

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan li bajarê Antalya, di çarçova ‘Forûma Antalya ya Dîplomasiyê’ de serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî qebûl kir.
Di hevdîtinê de her dû lîder li ser têkiliyên Iraqê û Tirkiyê, li ser hevkariya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê, li ser mijarên herêmê û dinyayê axifîn.
Erdoğan got ku avakirina hukumeta Herêma Kurdistanê bo îstîqrara herêmê girînge û divê di zûtir wext de hukumeta Kurdistanê ava bibe, rewşa li Kerkûkê ji aliyê Tirkiyê de tê şopandinê, behsa girîngiya hevkariya têkoşîna bi rêxistinên terorê re kir û got ku dixwaze Herêma Kurdistanê ji ‘proja rêya geşepêdanê’ ya di Kurdistanê de derbas dibe, herî zêde jê fêde bibîne.
Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.




