Financial Times: “Wê DYA bi miqdarê 680 milyon dolarî sîlih bifroşe Îsraîlê”
PeyamaKurd – Di destpêka peymana agirbesa navbera Îsraîlê û Hîzbûllahê de, li DYAyê amadekarî tên kirin ku bi miqdarê 680 milyon dolarî sîlihan bifroşin Îsraîlê.
Li gor ragihandina rojnama Financial Timesê; rêvebiriya Joe Biden wê pêşniyar ji Kongra DYAyê bike ku muhîmmatên êrîşa raste rast bifroşin Îsraîlê. Paketa firotinê ya 680 milyon dolarî, paketekî îlaweyê paketa 20 milyar dolariye.
Di xebera Financial Timesê de hat gotin ku rêvebiriya Amerîkayê berê kongrê agahdar kiriye ku wê paketa navborî bişînin kongrê ku îznê bidin bi hezarî ortaxên Amerîka, muhîmmatên êrîşa raste rast, (kitên JDAMs) bişînin Îsraîlê.
Ragihandina fermî ya rêvebiriya Biden wê di nêzde daxwaza xwe bi awayekî fermî bişînin kongrê. Hem wê DYA bi hezaran bombeyên çapên wan biçûk bide Îsraîlê.
Di nûçê de hat gotin ku Îsraîl ji bo peymana agirbesê îmza bike, şert daye ber Biden û piştî Biden qebûl kiriye, Netenyahu agirbesê îmza kiriye. Rêvebirên DYAyê jî dibêjin ku ti şertekî weha nîne.
Ev nivîs 21 car hatiye xwendin.