Li ser tîma Trump ya rêvebiriya bê de tehdîdên bombeyî tên kirin
PeyamaKurd – Gelek kesên ku di kabîna nûh ya Donald Trump de dê cîh bigrin, bi tehdîda bombeyan û îxbarên rewşa lezgîn bûn hedefa hinek kesan. Berdevka Trump ragihand ku wê karibin bi wan re serî derên.
FBI, got ku di mijara tehdîdan de ji bo tedbîran bigrin, di nav hevkariyê de ne.
Berdevka Koşka Sipî ya ku Trump wê destnîşan kiribû Karoline Leavitt do û îro ragihand ku gelek kesên Trump wan ji bo rêvebiriyê destnîşan kiriye û namzed nîşan daye, hatine tehdîdkirin û hêzên ewlehiyê bilez bersivê dane û tedbîran sitendine. Leavitt, navên kesên hatine tehdîdkirin neda û got:
“Em serok Trump ji xwe re dikin mînak. Tevgerên talûke û şiddet nikarin pêşiya me bigrin.”
Hat gotin ku nûnera DYAyê ya ku Trump wê namzed nîşan daye Elise Stefanik, îro di mala xwe de ku bi milbata xwe re dijî, îxbara bombeyê ji bo mala wê hatiye kirin. Stefanik, li ser mijarê got:
“Polîsê eyaleta New Yorkê, yên navçe û polîsên kongrê yekser mudaxele kirin û di asta bilind de mînakekî pisporî nîşan dan.”
Buro ya Federal ya Lêpirsînê (FBI) jî di daxwyaniya xwe de got:
“Temamê îxbaran ji bo me ciddîne. Wekî her carê em xelkê teşwîq dikin ku dema şika wan çêbû, agahiyê bidin me.”
Li ser tehdîd û îxbaran heya niha Trump ti daxwuyanî nedaye.
Ev nivîs 21 car hatiye xwendin.