Ukraynayê dîsa bi moşekên ATACMS êrîş kir: Rûsya amadekariya bersivdanê dike

Ukraynayê dîsa bi moşekên ATACMS êrîş kir: Rûsya amadekariya bersivdanê dike

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Ukraynayê careke din bi çekên Amerîkî yên bi navê Pergala Moşekên Tektîkî yên Bejahî (ATACMS) êrîşên nû li ser herêma Kursk a Rûsyayê pêk anî.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê da xuyakirin ku ew ê bersiva êrîşan bidin û diyar kir, artêşa Ukraynayê di 3 rojên dawî de li herêma Kurskê di êrîşên li dijî pêkhateyan de çekên rojavayî yên menzîla dirêj bi kar aniye.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “23ê Mijdarê bi 5 moşekên ATACMS li xaleke pergala S-400î hatiye xistin. Di encama êrîşê de pergala parastina hewayî hat derbkirin û leşker jî birîndar bûn.”

Hate diyarkirin ku di êrîşa 25ê Mijdarê ya li Balafirgeha Kurskê de 8 moşekên ATACMS hatine bikaranîn û hate gotin, “7 ji wan bi pergala Pantsir hatin xistin û 1 jî gihîşt armanca xwe. Di encama ketina parçeyên moşekê de 2 leşkerên Rûs bi sivikî birîndar bûn, tesîsên binesaziyê jî zirar dît. Xalên êrîşê hatin lêkolînkirin û hat diyarkirin ku Artêşa Ukraynayê moşekên ATACMS yên Amerîkayê bi kar tîne.”

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku rewş di bin kontrola wan de ye û amadekariyên bersivdanê dikin.

Ev nivîs 22 car hatiye xwendin.