Li ser pirsgirêka arazî bi sîlihan li hev xistin: 4 birîndar
PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê (Adıyaman) li navça Kolikê (Kahta), li taxa/gundê Menderesê du malbat li ser pirsgirêka arazî bi sîlih û kêran li hev xistin û di encamê de 4 kes birîndar bûn.
Gelek polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. 4 kesên birîndar bûn yên bi navên S.Ö. (37), K.Ö. (62), İ.Ö. (24) û Ş.Ö. (37) piştî mudaxeleya pêş, birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Kolikê.
Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya birîndaran baş e.
Ev nivîs 22 car hatiye xwendin.