Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wezîra karên hundir ya Îngîltere Cooperê qebûl kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wezîra karên hundir ya Îngîltere Cooperê qebûl kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê, wezîra karên hundir ya Îngîltere Yvette Cooperê qebûl kir. Di hevdîtinê de li ser hevkariya ewlehiyê, sûcên organîze, koçberiya qaçax, bazirganiya mirovan, sipîkirina perên reş û mijarên wekî têkoşîna bi sûcên sîberî re axifîn.

Yvette Cooper, ber destê êvarê giha Hewlêrê û ji aliyê Nêçîrvan Barzanî de hat qebûl kirin. Di hevdîtinê de ji bilî mijarên li jorê behsa wan hatkirin, li ser pêşdebirina têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Îngîltere, xwurtkirina hevkariya di her sehayê de mijarên wan bûn.

Di daxwuyaniya serokatiya Herêma Kurdistanê de hat gotin ku di hevdîtina Barzanî û Cooper de, behsa hevkariya navdewletî kirine ku çawa girîngiya wê di krîzên mirovî û têkoşîna li hemberê sûcên navdewletî de hene.

Nêçîrvan Barzanî her weha sipasiya dewleta Îngîltere kir ku destekê daye herêma Kurdistanê û xebatan ji bo firehkirina kapasîta Kurdistanê kirine.

Wezîra karên navxwe ya Îngîltere Yvette Cooper jî ragihand ku Herêma Kurdistanê di temîna asayîşa herêmê de ortaxekî stratejîk yê Îngîltere ye û weha dewam kir:

“Me biryarê daye ku em bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re hevkariya xwe dewam bikin û em ê destekê bidin çareseriya krîzên mirovî yên herêmê û temîna îstîqrara herêmê.”

Ev nivîs 24 car hatiye xwendin.