SOHR: 8 leşkerên Sûrî hatin kuştin û gelek xalên leşkerî ketin destê HTŞê
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li gundewarên Helebê hêzên rejîma Sûriyê û çekdarên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) şer kirin.
Li aliyê din Tehrîr El Şam jî bi dîmenekê destpêkirina "şerê li eniyên Helebê" yê bi rejîma Sûriyê re bi navê "Celcelet" ragihand.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand, di şer de 8 leşkerên Sûriyê hatine kuştin.
Herwiha SOHRê da zanîn ku Heyet Tehrîr El Şamê û çekdarên koma Fetih El Mubîn gelek xalên li Til Eqîl, Til El Raqib, Til El Debabat ên li nêzî bajarokê Qibtan El Cebel ê rojavayê Helebê xistine kontrola xwe.
Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.