Silêmanî | Şanda PDKê bi Nifşê Nû û Goran re civiya
PeyamaKurd - Şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo pêkanîna kabîneya dehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Silêmaniyê bi Tevgera Goran û Nifşê Nû re civiya.
Şanda PDKê serdana Tevgera Gorran kir û bi Sekreterê Giştî yê Tevgerê Dana Ehmed Mecîd û endamên serkirdatiya wê re civiya.
Herwiha şanda PDKê dîsa li Silêmaniyê bi Tevgera Nifşê Nû re jî civiya ku bi 15 kursiyan bûye partiya sêyemîn li herêma Kurdistanê.
Tê çaverêkirin PDK civînên xwe yên bi aliyên siyasî re ji bo pêkanîna hikûmetê bidomîne û çavkaniyên PDKê dibêjin, civîna PDKê ya bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re, dibe ku piştî civîna yekem a Parlamentoya Kurdistanê ya meha Kanûnê pêk were.
Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.