Firînên Moskova-Tel Avivê wê ji nû ve dest pê bikin

Firînên Moskova-Tel Avivê wê ji nû ve dest pê bikin

PeyamaKurd – Îsraîl piştî 6 mehan wê seferên bi Rûsyayê re ji nû ve dest pê bike.

Rêhewayên Îsraîlê (El Al) doh ragihand ku li ser daxwaza şirketê ji bo parastina qada esmanî ya Îsraîlê ji 1ê Gulana 2025an pê ve geştên xwe yên ji bo Moskovayê dest pê dikin.

Di daxuyaniya El Alê de hat diyarkirin ku wê hefteyê her roj 7 seferên balafiran di navbera Tel Avîv û Moskovayê de pêk bînin.

Îsraîl seferên xwe yên bi Moskovayê re rawestand piştî ku balafireke Azerbaycanê di dawiya sala 2024an de ji aliyê hêzên Rûsyayê ve hat xistin.

Welatên Ewropayê jî ji ber şerê Ûkraynayê cezayên aborî li ser Rûsyayê sepand û qada hewayî li 36 welatan girtin ku 27 ji wan welatên Ewropayê bûn. Lê Îsraîl di vê lîsteyê de cih nagire.

Li gorî Reutersê, nêzîkî 1.3 mîlyon kes li Îsraîlê ku ji sedî 15ê nifûsê ye, bi Rûsî diaxivin an hemwelatiya wan a Rûsyayê heye.

 
Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.