Îranê di 50 rojan de 52 Belûç îdam kirin

Îranê di 50 rojan de 52 Belûç îdam kirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di maweya 50 rojên derbasbûyî de, nasnameya zêdetirî 52 welatiyên Belûç ên li girtîgehên Îranê hatine îdamkirin hatiye tomarkirin.

Kampanya Mafên Mirovan a Belûçistanê, ragihandiye ku di nav 50 rojên derbasbûyî de, 52 girtiyên Belûç li girtîgehên rêjîma li seranserê Îranê hatine bidarvekirin.

Hate diyarkirin, beşek ji wan bidarvekirinan, bi awayê nehênî yanî bêyî agehdariya malbat û parêzerê wan û hevdîtina dawî ya malbatê hatine encamdan.

Li gorî nûçeyê, dosyeyên piraniya wan girtiyên bidarvekirî bi awayekî veşarî û ne li gorî dadgehkirineke zelal bûne û tohmetên li ser wan jî bêyî parastineke hiqûqî hatine sepandin.

Li gorî raporê ji 52 îdaman, 5 girtî bi tohmetên siyasî û ewlehîyê, 32 girtî bi tohmetên pêywendîdar bi madên hişber, 14 girtî bi tohmeta kuştina bi zanebûn û girtiyek jî bi sedemeke nexuya, hatine bidarvekirin.

Ev nivîs 126 car hatiye xwendin.