Elektrîka 24 saetan a Projeya Ronakî gihîşt zêdetirî milyonek kesan

PeyamaKurd- Projeya Ronakiyê ya elektrîka 24 saetan a Herêma Kurdistanê, gihîşt çend deverên cuda cuda yên parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê ku heta niha zêdetirî milyonek kes jê sûdê distînin.
Projeya Ronakiyê ragihand, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bizavên xwe ji bo dabînkirina elektrîka 24 seetî bi rêya projeya Ronakiyê didomîne. Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê elektrîka niştîmanî ya 24 seetî ji bo hejmareke deverên cuda cuda yên navendên hersê parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê peyda dike, bi awayekî ku di vê pêngavê de hejmara welatiyên ku ji projeya elektrîkê ya 24 seetî feydeyî werdigirin digihîje zêdetirî milyoneke pişkdaran.”
Li gorî daxuyaniyê, projeya gihandina elektrîka 24 seetî ji bo wan deverên Kurdistanê piştî wê yekê tê ku, di çend mehên borî de hejmareke deverên din ên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê feyde jê wergirt û elektrîka 24 seetî jê re hat dabînkirin.
Hate diyarkirin, projeya Ronakiyê berdewam berfireh dibe û heta niha ji zêdetirî milyoneke welatiyan re li seranserî Herêma Kurdistanê elektrîka 24 seetî hatiye dabînkirin û nêzîkî 1300 jeneratorên taybet hatine rawestandin, ku li beranberî 225 hezar timbêlan e ji aliyê berdana gaza jehrîn ve, herwesa heta niha elektrîka 24 seetî ji bo nêzîkî 60 hezar cihên bazirganî jî hatiye dabînkirin.
Herwiha ji bo bidestxistina zêdetir agahiyan li ser projeyê, welatî dikarin ji bo her pirsê li ser hejmara 1992ê pêwendiyê bi navenda xizmetan a projeya Ronakiyê bikinku ew navend ji saet 9:00ê sibehê heta 9:00ê êvarê vekirî ye.
Ev nivîs 121 car hatiye xwendin.




