Witkoff: Bersiva Hemasê bi ti awayê nayê qebûlkirin

PeyamaKurd- Nûnerê taybet ê Serokê Amerîka Donald Trump Steve Witkoff, li ser bersiva Hemasê ya bo pêşniyara agirbestê ragihand ku bi ti awayî bersiva Hemasê ya pêşniyarê nayê qebûlkirin.
Amerîkayê li ser agirbesta demkî ya li Şerîda Xezeyê pêşniyara Washingtonê gihandû Hemasê, lê hate diyarkirin ku Hemasê ew pêşniyara ku pevguhertina dîlan jî li xwe digre nepejirandiye.
Witkoff li ser vê helwesta Hemasê ku bi rêya navbeynkaran eşkere kiriye got, "Bi ti awayê bersiva Hemasê ya bo pêşniyarê nayê qebûlkirin û pêvajoyê bipaş de dibe.”
Ev nivîs 129 car hatiye xwendin.




