Li welatê Maliyê êrîşê balafirgehê kirin: 30 kes zêde mirin

PeyamaKurd – Li welatê Afrîka li Maliyê li bajarê Timbuktuyê rêxistina JNIM ya bi ser El Kaide ve, êrîşê ser balafirgehê kir û di encamê de zêdetirî 30 kesî mirin.
Balafirgeha navborî ya leşkeriye û di dema êrîşê de leşkerên Rûsyayê yên bi pere dixebitin, ew jî li balafirgehê bûn e.
Rêxistina bi ser El Kaide ya bi navê Cemaat Nusrat ul-İslam û el-Muslimîn (JNIM) bi xwe êrîşê balafirgehê kiriye. Çavkaniyên Maliyê ragihandine ku êrîş nêzî sînorê Bukina Fasoyê li balafirgeha Boulkessiyê çêbûye û di êrîşê de zêdetirê ji 30 kesî mirine.
Artêşa dewleta Maliyê ragihand ku ew êrîşê rawestandine û terorîstan paşde dehf dane, di dema bersivdana li dijî rêxistinê de,13 endamên rêxistinê kuştine.
Di wexta êrîşê de, leşkerên bi pere yên Rûsyayê ketine şer an neketine şer nehat ragihandin.
Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.




