Îsraîlê hişyariyeke tund da Şamê: Ehmed Şera berpirsiyarê êrîşa bi roketan e

PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê piştî ku roket li Girên Golanê ket, gef li Ehmed Şera xwar û got, "Rêberê Sûriyeyê rasterast berpirsê wê ye, bersiv wê di demek nêzîk de were."
Artêşê li Derayê hedefên Sûriyeyê bombebaran kir.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz, di daxuyaniyekê de ku doh kir, rêveberiya Şamê rasterast berpirsiyarê rokêtên ku tê gotin ji Sûriyeyê hatine avêtin girt ser xwe.
Katz di posta xwe ya li ser hesabê xwe yê X (berê Twitterê) de ev gotin bi kar anîn:
"Em Serokê Sûriyeyê wekî rasterast berpirsiyarê hemû gef û êrîşên li dijî Dewleta Îsraîlê dibînin, û bersiveke berfireh wê di zûtirîn dem de were. Em ê rê nedin vegera rastiya 7ê Cotmehê."
Artêşa Îsraîlê bajarê Deraayê bombebaran kir
Ev daxuyanî piştî daxuyaniyeke artêşa Îsraîlê ya roja Duşemê hat. Îsraîlê doh ragihand ku du mûşekên ku îdia dike ji başûrê Sûriyeyê hatine avêtin li deverek vekirî ya Girên Golanê ketine.
Piştî vê pêşketinê, artêşa Îsraîlê ragihand ku wan top avêtiye ser axa Sûriyeyê. Hedefa yekîneyên topxaneyê bi taybetî derdora bajarê Derayê li başûrê Sûriyeyê bû.
Li gorî ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyeyê SANA, topxaneyên hawanê hewza Yermûkê ya li rojavayê Derayê hedef girtine.
Heta niha ti rêxistinê berpirsiyariya êrîşê negirtiye ser xwe û rêveberiya Şamê jî di derbarê vê mijarê de ti daxuyaniyek fermî nedaye.





