Xamineyî pêşniyara Amerîkayê red kir û soz da ku dewlemendkirina ûranyûmê berdewam bike

PeyamaKurd – Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî îro 04.06.2025ê ragihand ku pêşniyara Amerîkayê ya ji bo peymana nukleerî "li dijî berjewendiyên neteweyî yên Tehranê ye" û welatê wî dev ji dewlemendkirina ûranyûmê bernade. Herweha got: "Bernameya nukleerî ya Îranê bêyî dewlemendkirina ûranyûmê bêkêr e û bênirx e."
Xamineyî di gotarekê de li Tehranê di salvegera mirina Rêberê Bilind ê berê Xumeynî de got:
"Hilberîna ûranyûmê beşekî girîng ê bernameya me ya nukleerî ye û em ê dev jê bernedin."
Wî herweha diyar kir: "Pêşniyara nukleerî ya Amerîkayê li dijî baweriya neteweya me ya bi xweseriyê û prensîba ye ku em dibêjin, 'em dikarin'."
Xamineyî ragihand pê de çû ku divê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîl fêm bikin ku ew nikarin tiştekî li ser bernameya nukleerî ya Îranê bikin.
Meseleya dewlemendkirina ûranyûmê xaleke sereke ya nakokiyê ye di navbera Îran û Amerîkayê de û danûstandinên nukleerî yên di navbera her du welatan de berdewam dikin.
Elî Xamineyî diyar kir,
"Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nikarin bernameya me ya nukleerî qels bikin. Gelê Îranê dê rê û biryarên xwe bi xwe diyar bike û dê li benda çiraya kesk a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nemîne."
Wî anî zimên ku Îran di bidestxistina çerxeke tevahî ya sotemeniya nukleerî de serketî bûye, û lê zêde kir û got:
Ev nivîs 89 car hatiye xwendin."Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dixwaze bernameya me ya nukleerî betal bike."





