Trump îmze kir: Baca îtxalata pola ji sedî 50 zêde bû

Trump îmze kir: Baca îtxalata pola ji sedî 50 zêde bû

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê, fermanek îmza kir ku ji sedî 25 baca li ser îthalata pola û alumînyûmê ji sedî 50 zêde dike.

Di biryarnameyê de hat diyarkirin ku îtxalata pola û alumînyûmê ya ji aliyê Amerîkayê ve hatiye kirin, bi mîqdar û şert û mercan e ku ewlehiya neteweyî ya welêt dixe xeterê û hat bibîrxistin ku bacê 25 ji sedî li ser pola û alumînyûmê hatiye sepandin û hat destnîşankirin ku her çend ev rêje hin pêşketinan anîbe jî, ew piştrast nake ku sektor kapasîteyên xwe yên hilberînê di astek domdar de bi kar bîne.

Di biryarnameyê de hat gotin ku ji ber vê sedemê, baca gumrikê ya ji bo berhemên pola û alumînyûmê û berhemên wan ji %25 bo %50 hatiye zêdekirin û hat gotin ku tarîf wê di 4ê Hezîranê de, saet 00.01ê bi dema herêmî bikevin meriyetê.

Di biryarnameyê de hat diyarkirin ku di çarçoveya peymana bazirganiyê ya ku meha borî bi Brîtanyayê re hat îmzekirin de ji vî welatî re îstîsna hatiye kirin û bacên gumrikê yên li ser pola û alumînyûmê wê li ser %25 bimînin û ev rewş wê piştî 9ê Tîrmehê were nirxandin.

Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.