Koşka Sipî: Donald Trump dixwaze li Tirkiyê bi Putin û Zelenskiy re hevdîtin bike

Koşka Sipî: Donald Trump dixwaze li Tirkiyê bi Putin û Zelenskiy re hevdîtin bike

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan piştî civîna îro ya kabîna Tirkiyê, bo çapemeniyê ragihandibû:

“Daxwaza min a herî mezin ew e ku ez Putin û Zelenskiy li Îstenbolê an li Ankara bînim cem hev. Hetta Eger birêz Trump kerem bike, em werin cem hev û dixwazim em Îstenbolê bikin navenda wî karî. Eger ev bibe, em ê piştî hevdîtinê hewlên din bidin û pêngavan bavêjin.”

Li ser daxwuyaniya Erdoğan, Koşka Sipî bersiva serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan da û got:

“Serokê DYAyê Donald Trump bo hevdîtina bi serokê Rûsyayê Putin û serokê Ûkraynayê Zelenskiy re dikare li Tirkiyê hevdîtin bike.”

Heyetên Rûsya û Ûkraynayê cara duyem li Îstenbolê bo dawîanîna li şer civiyabûn û di encama hevdîtinê de biryara guhertina dîlan dabûn. Ûkrayna xwestibû ku hevdîtina bê, di asta serokan de be.

Piştî civîna kabîna Tirkiyê, Erdoğan bang kir her sê serokan û hem xwest ku bi her sê lîderan re li Tirkiyê hevdîtin bike û heya niha tenê Trump an ku Koşka Sipî bersiva Erdoğan da.

Ev nivîs 111 car hatiye xwendin.