Serokkomarê Tirkiyê Erdoğan di rêya telefonê de Pervin Buldan pîroz kir

PeyamaKurd – Piştî hilbijartina Pervin Buldan a ku di civîna DEM Partiyê ya îro de bo wekîltiya serokê meclisa Tirkiyê hat bijartin da bikeve şûna Sırrı Süreyya Önder, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di rêya telefonê de li Pervin Buldan geriya û wê pîroz kir û di karê wê yê nûh de jê re serkeftinê xwest.
Pervin Buldan parlementera bajarê Wanêye û hem endama Heyeta Îmraliyêye.
Piştî koça dawiyê ya Sırrı Süreyya Önder k udi 3yê Gulanê de koça dawiyê kiribû, ciyê wî di meclisa Tirkiyê (TBMM) de vala mabû.
Ev nivîs 132 car hatiye xwendin.




