Çekdarine nenas 2 xortên Kurd li Daristanên Zagrosê birîndar kirin

PeyamaKurd – Li gorî rapora Saziya Mafê Mirov a Hengawê, 2 xortên Kurd ên bi navê Aras Selamî û Mihemed Selamî, xelkê gundê Kewpêça Xwarê yê bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê, êvara Înê, 30ê Gulana 2025an, dema ku hewl dida pêşî li birrîna daran a li daristanên Zagrosê bigirin, rastî êrîşa çekdarine nenas hatin û birîndar bûn.
Li gorî kesine agahdarî bûyerê, Aras Selamî niha li nexweşxaneya Banê di bin çavdêriya taybet a de ye, lê Mihemed Selamî ji ber ku birîna wî xedar e, neqlî nexweşxaneyeke li bajarê Seqizê hatiye kirin.
Heta niha tu agahiyên zêde derbarê nasnameya wan çekdarên nenas an jî sedema êrîşê de nehatine belavkirin.
Har diyarkirin ku ev bûyer bûye sedema metirsiyê di nav xelkê herêmê de, ku daristanên Zagrosê ji bo jiyana wan xwedî girîngiyeke mezin e.
Ev nivîs 620 car hatiye xwendin.





