Hewlêr: Dest bi kirîna genimê cotkaran hat kirin

Hewlêr: Dest bi kirîna genimê cotkaran hat kirin

PeyamaKurd – Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw serokatiya civînekê bi Komîteya Bilind a Bazirganiya Genimê Cotkaran re kir.

Di civînê de Cîgirê Parêzgar û Serokê Komîteyê Hemin Qadir, Rêveberê Giştî yê Çandiniya Hewlêrê Seyid Hemin û endamên komîteyê jî amade bûn.

Parêzgar Xoşnaw diyar kir ku çandinî stûnekî bingehîn î aboriyê ye û bazarkirina genim ne tenê ji bo cotkaran li Kurdistanê sûdmend e, lê di heman demê de projeyeke veberhênanê ya stratejîk e ku di rojeva kabîneya 9an a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de cih digire. Hikûmet dê di vejandina sektora çandiniyê de roleke sereke bilîze.

Hemin Qadir, Cîgirê Parêzgar, planên bazarkirina genimê îsal û pirsgirêkên teknîkî yên bi hikûmeta Iraqê re nîqaş kir, her weha behsa rêbazên kirîna genimê cotkaran li parêzgeha Hewlêrê kir.

Di encamê de, civînê biryar da ku berjewendiyên cotkaran ên Hewlêrê were parastin û 12ê Hezîrana 2025an wekî roja dawî ya kirîna genimê cotkaran hate destnîşankirin.

 

 

 

Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.