Rejîma Îranê ji destpêka 2025an ve 522 girtî bi dar ve kirin: Ji wan 147 Kurd in

Rejîma Îranê ji destpêka 2025an ve 522 girtî bi dar ve kirin: Ji wan 147 Kurd in

PeyamaKurd – Rejîma Îranê bi hinceta tohmetên edlî bidarvekirina girtiyan zêde dike. Hat ragihandin ku bi tenê ji destpêka salê (2025) herî hindik 522 girtî di girtîgehên rejîmê de hatine bidarvekirin.

Navenda Amar û Belgeyan a Hengawê, di raporekê de diyar kir ku ji destpêka sala 2025an heta 28ê Gulana 2025an, di nav 148 rojan de, herî kêm 522 girtî di zindanên Îranê de hatin bidarvekirin.

Di nav van de 13 girtiyên siyasî, 16 jin û zarokekî di biniya 18 salî re jî heye. Hengawê bi amarên li ber dest nîşan da ku serê 2 rojan 7 girtî hatine darvekirin.

Her weha ragihand ku ji wan 522 girtiyan; 147 Kurd, 72 Belûç, 54 Azerî, 23 Gîlek, 14 Ereb, 7 Tirkmen û 32 kes hemwelatiyên Efxanistanê ne.

Ev nivîs 331 car hatiye xwendin.