Îranê bertek nîşanî rapora IAEAyê da: Di bin zextên siyasî de hatiye amadekirin

PeyamaKurd- Îranê bertekeke tund nîşanî rapora dawî ya Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) da, ku tê de behsa çalakiyên wê yên nukleerî yên sê mehên dawî tê kirin. Tehranê diyar kir ku ev rapor "alîgirê aliyekî ye û di bin zextên siyasî de hatiye amadekirin."
Wezareta Derve û Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê bi daxuyaniyek hevpar destnîşan kirin ku DYA, Brîtanya, Fransa û Almanya gelek caran lihevhatina KOEP û biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 2231 binpê kirine, lê Îran pabendî berpirsiyariyên xwe yên di çarçoveya Peymana Nehiştina Çekên Nukleerî (NPT) de maye.
Îranê herwiha rexneyên di raporê de yên derbarê tayînkirina mufetîşan de red kir û got ku betalkirina tayînkirina hin mufetîşan mafekî serwerîya Îranê ye.
Di daxuyaniyê de hat tekez kirin ku bernameya nukleerî ya aştiyane ya Îranê di bin çavdêriya ajansê de berdewam e û çekên nukleerî di doktrîna parastinê ya Îranê de cih nagirin. Herî dawî, Îranê hişyarî da ku heke hin welat vê raporê xerab bi kar bînin, ew ê ji bo parastina maf û berjewendiyên xwe yên rewa "bersivek guncav" bide û berpirsiyarî dê bi tevahî li ser wan welatan be.
Ev nivîs 195 car hatiye xwendin.