Ambûlansa ku serdozger tê de bû tevlî qezayê bû: 8 birîndar

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Boluyê ambulansa ku serdozger tê de bû, bi tevî 3 erebeyan tevlî qezayê bû û di encamê de serdozgerê navça Gerede Aybuke Rana Er di nav wan de 8 kes birîndar bûn.
Bûyer, li bajarê Boluyê li navça Yeniçağa qewimî. Di qezayê de TIRekî û 2 otomobîl tevlî qezayê bûn û di encamê de kesekî giran 8 kes birîndar bûn.
Serdozgera navça Gerede Aybüke Rana Er, bi sedema pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê bi ambûlansê wê dibirin nexweşxanê û di qezayê de ew jî birîndar bû.
Birîndaran, bi ambûlansan birin nexweşxanan lê birîna serdozger sivik e.
Ev nivîs 132 car hatiye xwendin.




