Ukraynayê lîsteya zarokên bên radestkirin da şanda Rûsyayê

Ukraynayê lîsteya zarokên bên radestkirin da şanda Rûsyayê

PeyamaKurd – Şanda Ukraynayê di civîna li Stenbolê ya gotûbêjên agirbestê de, lîsteya zarokên ukraynî yên di destê Rûsyayê de ne radestî şanda Rûsî kir daku bên berdan.

Serokê Ofîsa Serokatiya Ukraynayê Andriy Yermak, li ser gera 2yan a hevdîtinên Stenbolê ragihand ku wan lîsteya zarokên bên radestkirin daye şanda rûsî.

Yermak, diyar kir ku bi sedan zarokên ukraynî ji deverên hatine dagirkirin di destê Rûsyayê de ne û divê ew bên radestkirin.

Şandên Rûsya-Ukraynayê ji 2022yan ve cara yekem 16ê Gulanê li Stenbolê civiyabûn û îro jî gera duyem a hevdîtinan bi beşdariya şanda Tirkiyeyê pêk anîn. Tê çaverêkirin gereke din jî li Stenbolê bê kirin.

Ev nivîs 131 car hatiye xwendin.