Serokê Bereya Kurdistana Sûriyê guherî

PeyamaKurd – Siyasetmedarê Rojavayê Kurdistanê Siyamend Haco ku berê di nav Encûmena Niştimaniya Kurdî (ENKS) de berpirsê têkiliyên derve bû, bû serokê Bereya Kurdistana Sûriyeyê.
Hate ragihandin ku Bereya Kurdistana Sûriyeyê ku ji çend partiyên Rojavayê Kurdistanê pêk tê ji bo hilbijartina serokê bereyê kongreya xwe li dar xist.
Berê Kurdistana Sûriyeyê di daxuyaniyekê de ragihand ku Serokê Partiya Şepêla Azadiyê Siyamend Haco wekî serokê Bereyê hatiye hilbijartin.
Hate diyarkirin, Siyamend Haco li şûna Sekreterê el-Partiyê Ebdilrehman Hebeş hatiye destnîşankirin û wê 6 mehan li ser vê postê bimîne
Ev nivîs 149 car hatiye xwendin.




