Serokê Brezîlyayê: Biden difikirî ku divê Rûsya were tunekirin

Serokê Brezîlyayê: Biden difikirî ku divê Rûsya were tunekirin

PeyamaKurd – Serokkomarê Brezîlyayê Luiz Inacio Lula da Silva di hevpeyvînekê de ku duh, roja Sêşemê li rojnameya Le Mondeyê hat weşandin, behsa hevdîtina xwe ya bi Serokê berê yê Amerîkayê Joe Biden re kir. 

Lula, ku tarîx neda, îdia kir ku welatên rojavayî jî ji şerê Ûkraynayê berpirsiyar in û daxuyaniyên jêrîn da:

Joe Biden, ku ez bi berfirehî pê re axivîm, difikirî ku divê Rûsya were tunekirin. Ewropa, ku demeke dirêj nûnertiya qada navîn a cîhanê kiriye, niha bi Washingtonê re hevbend e û bi milyaran dolar li ser çekdarkirina ji nû ve xerc dike. Ev yek min ditirsîne. Ger em tenê li ser şer biaxivin, aştî qet pêk nayê.

Siyasetmedarê 79 salî îdia kir ku mafê tu welatekî tune ku axa welatekî din dagir bike û divê aştî di zûtirîn dem de pêk were û got,

“Divê vî şerî qet dest pê nekira. Pûtîn bi biryara dagirkirina Ûkraynayê şaşî kir. Ev pir eşkere ye.”

 

Ji aliyê din ve, Navenda Lêkolînên Stratejîk û Navneteweyî (CSIS) ya ku navenda wê li Washingtonê ye, encamên lêkolîna xwe ya li ser hejmara mirî û birîndarên şerê ku Sibata 2022yan dest pê kir weşand. 

Di şerê ku zêdetirî sê salan berdewam dik, tê texmînkirin ku nêzîkî milyonek leşkerên Rûs hatine kuştin an jî birîndar bûne. 

Li aliyê Ûkraynayê, ev hejmar wekî 400 hezar hate ragihandin. 

Ev hejmar tê wê wateyê ku windahiyên mirovî di şerê Rûsya-Ûkraynayê de dikarin bigihêjin 1.4 milyon kesî.

Jimara miriyan li Rûsyayê wekî 250,000, li Ûkraynayê jî di navbera 60 û 100,000 de hatiye texmînkirin.

CSISî destnîşan kir ku Moskowê di rastiyê de hejmara mirî û birîndaran kêm texmîn kiriye û Kîevê jî ev yek eşkere nekiriye. 

Hate diyarkirin ku lêkolîn li ser çavkaniyên wekî texmînên rêveberiyên Dewletên Yekbûyî û Brîtanyayê hatiye kirin. 

Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.