Îranê 5 kesan îdam kir ku 3 ji wan kesan Kurd in

Îranê 5 kesan îdam kir ku 3 ji wan kesan Kurd in

PeyamaKurd – Dewleta Îranê di zîndana Kerec û Hemedanê de 5 kesan îdam kir ku 3 kes ji wan Kurd in. Navên kesên Îranê wan îdam kiriye Ali Karami Nasr, Ali Reza Şahbazi, Ali Abbasi, Nawid Hedawand Xani û Naîm Naseri ne.

Tewana ku daraza Îranê li ser wan sepandiye, tewanên maddeyên hişbir û kuştina mirovan ya plankiriye. Li gor ragihandina Rêxistina Mafên Mirovan ya Hengawê; di 2yê Hezîran a sala 2025an de, ber destê sibê Ali Reza Şahbazi (45) ku Kurde, Ali Karami Nasr ku ew jî Kurde û ji Tehranê Ali Abbasî ku li Tehranê dima, di zîndana Xezel Hesar de (Kerec) wan îdam kirine. Abbasi, ji kuştina bi plan hatibû cezakirin.

Di heman wextê de 2 mehkûmên din jî Nawid Hedawand Xanî ku xelkê Lor e û Naîm Naserî di zîndana Hemedanê de hatin îdamkirin. Her dû jî bi tewana maddeyên hişbir hatibûn tewankirin.

Van îdaman, ne ji aliyê medya fermî ya daraza Îranê de û ne ji aliyê medya dewaleta Îranê de nehatin ragihandin.

Sûcên wan yên ku pê dihatin tewankirin rastin an ne rastin nayê zanîn.

Ev nivîs 135 car hatiye xwendin.