Hûsî bi fuzeyê êrîşê Tel Avivê kirin

PeyamaKurd – Bi sedema Hûsiyên Yemenê bi fuzeyê êrîşê Îsraîlê kirin, balafirgeha Tel Avivê ji bo demekî bo seferan hat girtin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku bi sedema fuzeyekî ji Yemenê avêtin Îsraîlê, li gelek bajarên Îsraîlê alarma hawarê lê daye. Fuze ya ku Hûsiyan avêtiye Îsraîlê, ji aliyê sîstema bergiriya Îsraîlê de hatiye îmhakirin.
Kanala TVyê ya 12 ya Îsraîlê jî ragihand ku bi sedema ji Yemenê fuze avêtine Îsraîlê, alarm lêdane û seferên balafirgeha Tel Avîvê ya Ben Gurionê bo demkî hatine rawestandin.
Bi sedema êrîşên Hûsiyên Yemenê yên ser Îsraîlê, gelek şîrketên rêyên hewayî seferên xwe yên bo Îsraîlê dabûn rawestandin.
Ev nivîs 124 car hatiye xwendin.




