Amerîkayê tevlîkirina 3500 çekdarên cîhadî bo artêşa Sûriyê qebûl kir

Amerîkayê tevlîkirina 3500 çekdarên cîhadî bo artêşa Sûriyê qebûl kir

PeyamaKurd- Ajansa Reutersê ragihandiye ku wê 3 hezar û 500 çekdarên cîhadî yên biyanî tevlî Artêşa Sûriyê bibin û Amerîkayê destûra vê daye rêveberiya Şamê.

Reutersê îro 2yê Hezîranê eşkere kir, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo karûbarên Sûriyê Thomas Barrack gotiye, wan plana Rêveberiya Nû ya Sûriyê ji bo tevlîkirina bi hezaran çekdarên cîhadî yên biyanî bo nav artêşa Sûriyê erê kiriye.

Bi zarê sê berpisên Sûriyê hatiye ragihandin ku plan derdora 3 hezar û 500 çekdarên cihadî ku piraniya wan ji welatên Uygûr, Çîn û welatên cîran in li xwe digire.

Thomas Barrack diyar kiriye ku ev çekar dê tevlî firqaya nû ya ku bi firqeya 84 tê naskirin a artêşa Sûriyê ve bin.

Amerîkayê beriya niha digot, yek ji mercên wê ji bo asayîkirina pêwendiyan li gel hikûmeta nû ya Sûriyê ew e ku çekdarên cîhadî yên biyanî ji Sûriyê bên derxistin.

Ev nivîs 144 car hatiye xwendin.