Kazimî: Divê mafê Konfederaliyê bo Kurdan bê dayîn

Kazimî: Divê mafê Konfederaliyê bo Kurdan bê dayîn

PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî di civîneke rojnamevanî de got, “Pêdivîtiya Iraqê bi sîstema serokatiyê û dayîna konfederaliyê ji bo Kurdan heye.”

Serokwezîrê berê Kazimî eşkere kir, “Sîstema parlamanî li Iraqê ji dema paşatiyê ve serkeftî nebûye. Ji bo şopandina sîstema serokatiyê, em dikarin bi dayîna konfederaliyê piştrastiyê bi Kurdan bidin.”

Kazimî got, "Gelek ji serkirdeyên Iraqê bi sîstema serokatiyê re eleqedar in, dibe ku ew bi eşkereyî li ser vê yekê neaxivin, lê tenê Kurd ji vê sîstema serokatiyê zirarê dibînin. Bila em Kurdan piştrast bikin û sîstema serokatiyê bişopînin, em dê azadiyeke zêdetir bidin Kurdan jî; lê em dixwazin ew di du pirsan de bi me re hevpar bin; siyaseta derve û parastina welatî."

Mistefa Kazimî diyar kir, "Çima zêdetir azadî bi Kurdan neyê dayîn, di demekê de ku têkiliyên di navbera Hewler û Bexdayê de her tim aloz bûne? Çima em têkiliyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re ji federaliyê ber bi konfederaliyê veneguhêzin, an jî em federaliyeke berfirehtir nedin wan? Werin em Kurdan piştrast bikin ku mafên wan parastî ne, wê pirsgirêkên, mîna mijara mûçeyan nemînin."

Ev nivîs 139 car hatiye xwendin.