Hêzên Îranê kolberekî Kurd bi îşkenceyeke hovane birîndar kir

PeyamaKurd- Hate ragihandinn ku kolberekî Kurd ê xelkê bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê, di encama lêdan û îşkenceya hêzên sînorî yên Îranê de, li devera Newsûdê, birîndar bû.
Li gorî zanyariyên ku Kolber Newsê dane, kolberê xelkê bajarê Merîwanê yê bi navê Omîd Muradî ku bavê zarokekî ye, li xala sînorî ya Dizawerê ya devera Newsûdê, rastî êrîşeke hovane ya hêzên sînorî yên rêjîma Îranê hat û di encama îşkence û lêdanê de lingekî wî birîndar bû.
Meha borî jî hêzên sînorî li bajarê Newsûdê, 4 kolber ên xelkê gundê Dişê yên ji bajarê Pawê bi navên Mihemed, Bêhrûz, Dilyar û Hisam ku nasnavê wan nehatine belavkirin, bi lêdan û îşkenceyê birîndar kiribûn.
Ev nivîs 688 car hatiye xwendin.




