Mesrûr Barzanî 50 saliya damezrandina YNKê pîroz kir

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ji bo salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) peyamek pîrozbahiyê belav kir.
Mesrûr Barzani di peyama pîrozbahiya YNKê de got: ‘’Bi boneya 50emîn salvegera damezrandina YNKê pîrozbahiyekî germ li serok û rêveber û hemû endam û alîgirên YNKê dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.’’
Serokwezîr Barzanî wiha pê de çû: “Ez hêvî dikim ku YNK, wekî partiyek û aliyekî girîng ê Herêma Kurdistanê, di têkoşîna xwe ya ji bo bidest anîn û pirs û destkeftiyên neteweyî û avahiya destûrî ya Herêma Kurdistanê de bi ser bikeve.
Bi vê boneyê, em tekez dikin ku pêwîst e di demekî kurt de kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê were avakirin, da ku bernameya xwe ya reforman bidomîne û xizmeta gelê Kurd bike û bi pirsgirêkên herêmî û navçeyî re tekoşînê bike.”
Ev nivîs 190 car hatiye xwendin.




